
Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê dibêje ku heya niha îzin nedane ku cîhan wan şermezar bike.
Serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê Hesen Rohanî, dicivîneke rojanamevanî de wiha axavt: Dewleta Danizinda bo parastina dewletê can û kirameta xwe kiriye gorî û got hekî dewleta niha neba Îran wê di lihevkirina navikî de şikest bixwara, û dewleta danzdan can û kirameta xwe kiriye gorî da ku cîhan nekare me şermezar bike.
Hesen Rohanî di demekê de wiha diaxive ku, bi sebeba pitevanîkirina rejîma Îslamî a Îranê ji girûpên terorîstî û tundrew yên wekî El-Qaîde, Hizbullaha Lubnanê, Husiyên Yemen û Heşda Şe`ibî li Îraqê, û herwisa destêverdan di karûbarên welatên herêmê de bi awayekî berdewawm ji aliyê welatan û civata navneteweyî ve tê şermezar kirin.
Piştî bilindbûna nirxan û berfirehbûna diyardeyên wekî îtiyad û xwekujî di nav civaka Îranê de, Rohanî wiha çewtekariyên xwe berdewwam dike, û dibêje li Îranê nirxa tu tiştî bilind nebûye hûn beraxwe bidine welatên cîran, xelkên van şiyana dabîn kirina hewcehiyên jiyana xwe nînin û betalî li van welatan bêdadiyê dike.
Herwisa Rohanî di demekê de bas ji can gorîkirina dewleta Danzda dike û her di serdema serkomariya wî de, rewşa aboriya welat roj lipey roj aloz bûye û nirxên hewcehiyên jiyanê bi awayekî bêsînor bilindbûne û betalî û diyardeyên civakî yên wekî îtiyad û xwekujiyê pêrsiya welatiyan giritiye
Ji aliyekî din ve jî, di 8`ê Nîsana 2019`an de, serkomarê Amerîkayê “Donald Tramp” bi sebeba kiriyarên terorîstî yên vê saziya leşkerî ya rejîma Îranê, xiste nav rêzbenda girûpên terorîstî, û herwisa welatên Erebî jî bi awayekî berdewam ji saziya navneteweyî daxwaz kirine da ku pêşî ji destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên welatên deverê bigire û rejîma Îranê şermezard dikin.