Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayedarên rejîma Îranê daxwaza cezayên giran bo girtiyan dikin

13:58 - 8 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Hinek ji rayedarên rejîma Îranê bas ji vê dikin, bona vê ku di civakê de karên neyasayî nehêne kirin, dibe cezayên giran hebin.

Endamekî heyeta serokatiyê ya Komîsyona Civakî ya Meclisa Şêvra Îslamî ya Îranê ragehand: Berpirs dibe ku bona cihgirkirina ewlehiyê, cezayan li gora yasayên Îslamî ji bo sebebkarên tundûtîjiyê danên.

 Eva di demekê de ye ku çalakên civakî di Îranê de, bêkarî û kirîza aborî bi sedema zêdebûna tundûtîjiyên li ser şeqaman dizanin û dibêjin: Gellek ji xisarên civakî bi sedema bêkariya ciwanan û nebûna îmkanatên rehetiyê ne.

Di vê derheqê de, kesek bi navê Ruhullah Babayî  endamê heyeta serokatiya Komîsyona Civakî ya Meclisê daxwazkarê tundbûna berpirsan digel sebebkarên tundûjiyê bûye, û ragehandiye hekî li ber çavên xelkê endameke laşê kesekî qut bikin, bêguman wê encameke erênî di nav civakê de hebe, û gellek ji kêşeyan wê çareser bin.

Di heman demê de Rehmanî Fezlî Wezîrê Navxwe yê dewleta Rûhanî ragehandiye: Wezareta Navxwe zêdebûna xisarên civakî birine bo Konseya Ewlekariyê ya rejîmê, û heya niha 7 civîn bona lêkolîna li ser xisarên civakî bi amadebûna rêberê rejîmê bi rê ve çûne, û Xamineyî bixwe jî ew civîn rê ve biriye.