Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayedarên rejîma Îranê îtiraf bi êxsîrgirtina hevwelatiyên Amerîkayê kir

12:08 - 25 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îranê bi bi awayekî fermî îtiraf bi êxsîrkirina hevwelatiyên Amerîkayê kir.

Mihemedcevad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îsalmî a Îranê di serdana xwe ya bo New Yorkê di civîneke rojnamevanî de got ku ev amadene bo guhertina girtiyên Amerîkî yên li girtîgehên rejîmê de.

Mihemedcevad Zerîf di demekê de pêşniyara guhertina girtiyan dide ku di salên derbazbûyî de, her carê ku derheq guhertina girtiyan dihat gorê navbirî digot ku dezgeha dadweriyê ya rejîmê serbixweye em bê soçin.

Her di vê pêwendiyê de, Hesen Rohanî serkomarê wî welatî jî di axavtineke xwe de amadebûna rejîmê bo gotûbêjkirina digel Amerîkayê ragehand.

Rejîma serkutkar a Îranê bo gihîştin bi armancên terorîstî yên xwe, û dirêjkirina temenê desthilata serkutkar a xwe dest bi êxsîrkirina welatiyên Amerîkî dide da ku bo demên gotûbêjan, van girtiyan bo mi`amlekirina digel Amerîkayê mifahê jê verbigire.

Zerîf bi vê pêşniyarê bi awayê fermî îtiraf bi êxsîrkirina hevwelatiyên Amerîkayê yên li Îranê de kir ku heya niha derheq çarenivîsa van giritiyan de xwedî dernediket.

Her di vê pêwendiyê de “Mikê Pompeo”, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, 17`ê Reşemehê di Astanê de li ser rûpela twittera xwe nivîsîbû ku ev li ser azadkirina hemû hevwelatiyên Amerîkayê yên êxsîr li destê rejîma Îranê, ku bi şaşî hatine êxsîrkirin pêdagîrin û heya hatina van bo welatê xwe ev dev ji çalakiyên xwe ber nadin.