Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayedarên rejîma Îranê, ji gef xawinên xwe paşe kêşî dikin

17:11 - 18 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Hesen Ruhanî ragehand ku ew dixwazin di gel welatên cîran yên di deverê de, pêwendiyeke nêzîk û birayane hebin.

Hesen Ruhanî got: Parek ji welatên deverê şaş difikirin, ev wisa hesab dikin ku Îran timaya axa wan heye.

Ruhanî di demekê de behsa birayetî û pêwendiyên nêzîk digel welatên herêmê dike ku, berpirsên Îranê rojane gefa tewdanî û êrîşkirin û girêdana tengê  ya Hormoz û heriwsa zimanê tûj li dijî welatan bikar tînin.

Ew axavitina Ruhanî li demekê deye ku, çend rojan berî niha, berpirsên Îranê ku yek ji wan Ruhanî bixwe bû, bi zimanekî tund  êrîşî ser welatên wekî Erebistan, Îmarat û Pakistanê kir, û ev bi tohmeta dest hebûna di nav karûbarên Îranê de, soçdar kiribûn.

Ew siyaseta rejîmê wekî lîstikekê ye ku dixwazin zarokan bixapînin.

 Herwisa ew cure axavtin û eyana helwêstên ne vekhevî yên berpirsên rêjîmê nîşan didin, ku ev  bi sebeba givaşên ku ji aliyê welatên derve, li dijî wê rejîma hov û têkder tên bikar anîn in.