Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayedarên rejma Îranê di çewtekariyên xwe de berdewamin

11:46 - 16 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê giştî yê dadweriya rejma Îsalmî a Îranê Seyîd Îbrahîm Re`îsî daye zanîn ku, em tu aloziyeke nearamiyê di bajarên Kurdistanê de qebol nakin.

Berpirsê giştî yê dadweriya rejma Îsalmî a Îranê Seyîd Îbrahîm Re`îsî, di serdana xwe ya bo parêzgeha Sine de got: Em tu aloziyeke nearamiyê di bajarên Kurdistanê de qebul nakin, lê, ev xavtinên wî berpirsê dadweriyê ê rejma Îranê, di demekê de ye ku welatiyên wan bajaran pirsgirêka ewlehiyê tunînin, belkû arîşeya ku pêsîra wan girtiye betalî û rewşên awarte ye, ku ji aliyê navendên leşkerî ên rejîmê ve pêk tên û bûne astengiyên mezin berahîka wan.

Herwisa, wî berpirsê dadweriyê yê Îranê di berdewamiya axavtinên xwe de, îşare bi dostatî û rêzgirtina wan ji xelkê wan deveran kir, û ev çewtekaryên wî di demekê de ye ku, roja derbazbûyî kolberê Kurd yê bi navê, “Sabîr Bapîrî”, ji aliyê hêzên leşkerî yên rejma Îslamî a Îranê ve rastî gollereşandina rasterast dibe û di di encamê de jî bi awayekî dijwar birîndar dibe.

Her di vê pêwendiye de, Selamî fermanderê giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst serdana binkeyên lekerî ên Spaha Pasdaran yên li ser sînorên bajarên Kurdistanê kir, û bas ji ewlehîrkirina wan deveran kir.

Berpirsên rejîmê tenê bo lidar xistina rewşên awarte û avakirina binkeyên leşkerî serdana herêmên Kurdistanê dikin, lê, di rewşa niha de, bajarên Kurdistanê hewcehî bi avadenî, sermayedanîn, derfetên kar û avakirina navendên Pîşesaziyê hene, nek, rewşên awarte û binkeyên leşkerî.