Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Razandina xelkê bi sedema tûşbûn bi Koronayê di Îranê de %36 zêde bûye

13:25 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka amarên rejîma Îranê bi sedema tûşbûna xelkê bi vîrûsa Koronayê, di her 2 xulekan de kesek di nexweşxaneyan de tê razandin.

Pêka amarên rejîma Îranê heta dawiya demsala Biharê nêzî 5 hezar kes bûne qurbaniyê vîrûsa Korona ya cora Dêlta , bi sedema guhnedana berpirsan û herwisa xemsariya navendên berevanî ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê, vîrûsa cora Dêlta ya Koronayê bi lezgînî li seranserê Îranê belav dibe.

Pêka amarên rejîma Îranê ku Roja Pêşncşemiyê belav kirine, li parêzgeha Îlamê amara tûşbûyên bi vîrûsa Koronayê gihîştiye 42 hezar û 322 kesan û 157 kes jî hatine razandin.

Herwisa pêka wan amaran di parêzgeha Urmiyê de hejmara tûşbûn bi vîrûsa koronayê gihîştiye 118 hezar û 904 kesan ku 441 kes pêketiyên nû ne û 807 pêketî bi vîrûsa Koronayê hatine razandin.

Lê bê guman ew amara rejîmê serast nine û di parêzgehên wekî Sîstan û Belûçistanê de ku xêlk rastî dijwartirên rewşa koronayê hatiye di amarên rejîmê de nayêne dîtin.

Kêmbûna textên razandina pêketiyan, pêrenegihîştin û nebûna xizmetkariyên hewce li nexweşxaneyan,  nebûna derman û alavên hewce bo pêketiyên vîrûsa Koronayê, bilindbûna nirxa razandin û dermanên taybet û herwisa nebûna vaksena bi wec û cihê hitbarê, bûne gefên micid li ser canê hevwelatiyan.