Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê Hûsiyan di êrîşeke esmanî de hatiye kuştin

11:49 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Pêka nûçeya belavbûyî, rêberê Hûsiyan Mihemed Mehdî El-Meşat di êrîşek esmanî de hatiye kuştin.

Pêka nûçeya belavbûyî li ragihandinên nefermî, rêberê Hûsiyan “Mihemed Mehdî El-Meşat” ku xwe wekî Serkomarê Yemenê dihesiband, di êrîşek esmanî de li şewa 22ê Kanûna Pêşîn li bajarê “Sen`a”yê hatiye kuştin lê heta niha hûsiyan di wê derheqê de ti zaniyariyek belav nekirine.

Hêzên Hûsî bi piştevaniya rejîma Îranê hewla dagîrkirina tevahiya axa Yemenê daye û piraniya axa Yemenê xistiye bin kontirola xwe û siyasetên rejîma Îranê ên wekî afirandina fitneyan, têkdana aramiya deverê û geşedan bi terorîzmê, cî bi cî dike.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê, êrîşên giran li ser hêzên Hûsî dikin û derbên giran bi wan xistine û hejmarek zêde ji hêzên hûsiyan kuştine.

Piştevaniya berdewam a rejîma Îranê ji hêzên Hûsiyan û êrîşîn hêzên hevpeymanan li ser wan hêzan bûye sedem ku aramî û ewlehiya Yemenê ji nav here û bi sedema şerxwazî û amadenebûna hêzên Hûsiyan bo rawestandina şer, xelk tûşî kirîz û trajêzîyên dijwar kirine û birsîtî, nebûna derman û belavbûna nexweşiyan û têkçûna jiyana asayî li Yemenê li pey xwe aniye.