Rêberê rejîma Îslamî ya Îranê “Elî Xamineyî” hewla welatên Erebî bo asayîkirina pêwendiyên xwe digel Îsraîlê bi sadekarane dizane.
Rêberê rejîma Îslamî ya Îranê “Elî Xamineyî” li roja binav roja “Quds”, li derheq hewlên welatên Erebî bo asayîkirina pêwendiyên xwe digel Îsraîlê gotiye: “Hewla welatên Erebî bo asayîkirina pêwendiyên xwe digel Îsraîlê sadekarane ye û em tekeziyê li ser pêştevaniya “bereya moqawimet”ê dikin”.
Herwisa Elî Xamineyî welatên Ewropa û Amrîkayê bi îdiakerê çewtekar ê mafê mirovî binav kir.
Herwisa di roja binav roja “Quds” de çendîn berpirsên rejîma Îranê jî, gef li Îsraîlê xwarine û yek ji wan Fermandeyê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst “Husên Selamî” e ku îdia kiriye êrîşên Îsraîl bê bersiv namînin!
Herwisa Serokê Îtila`ata Spaha Pasdaran “Husên Taîb” ê terorîst, tevî gefxwarin li Îsraîlê îdia kiriye ku xwe li dijî Îsraîlê bihêztir kirine û ti êrîşek li ser ewlehiya Komara Îslamî bê bersiv namîne!
Rejîma Îranê ku di Sûriyê de li jêr bombebaran û mûşekbarana Îsraîlê de ye û li navxweyî Îranê jî, her dem carekê rastî êrîşên giran ên Îsraîlê tê, û heta niha şiyana bersivdanê nebûye, û tenê bi gefxwarin û îdiayên çewt hewla veşartina neşiyan û şikestên xwe li hember Îsraîlê dide.