Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rejîma Îranê îtiraf bi şikesta aborî û dadperwerî ya rejîmê dike

12:54 - 28 Gulan 2020

Peyama Elî Xamineyî bo meclîsa rejîmê daye xuya ku, rejîm ji aliyê aborî û dadperweriyê de şikest xwariye.

Roja Çarşemî, 27`ê Gulanê, Berpirsê Ofîsa Rêberê Olî yê rejîma Îranê, “Mihemed Gulpayganî” peyama “Elî Xamineyî” bi hilkefta destbikarkirina fermî ya bi nav meclîsa 11`emîn xwend û di wê peyama Elî xamineyî de bas hatiye kirinê ku, derheq aboriyê tevî hebûna pirsgirêkên micid û xuya nimereyeke kêm li derheqê dadperweriyê jî di dehika pêşketin û dadperweriyê de me wergirtiye û ew rastiyeke dijware.

Herwisa pêka peyama “Elî Xamineyî” dibe li ser derfeta kar, berhemanîn, nirxa perê netewî û herwisa enfilasiyonê ku heya niha xemsarî li ser wan mijaran de hebûye zêdetir kar bikin.

Givaşên aborî, nerizayetiya xelkê, hejarî û bi 10`an pirsgirkên dinê wekî serkuta xelkê nerazî û kêmîneyên netewî û Olî, rejîma Îranê heya ber bi şikestineke siyasî û desthilatdariyê ve biriye û rewatiya xwe jî, ji dest daye.

Meclîsa rejîma Îranê heya niha ti bandorek li ser pirs û pirsgirêkên girîng yên Îranê tinebûye û gotina dawî û bingehîn xwesta rêberî olî an ku “Beyta Rehberî”yê bûye.

Ne meclîsa rejîmê û ne kesên nûner nikarin ti pêngaveke girîng bê derfet û îzna Elî Xamineyî bavêjin.