Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberên Îsraîlê daxwazkirine ku navê “Spaha Pasdaran” di lîsta têrorê de bimîne

11:59 - 19 Adar 2022

Rêberên Îsraîlê di daxuyaniyekê de ji “Joe Biden” daxwaz kirine ku navê “Spaha Pasdaran” di lîsteya têrorê de bimîne û neyê derxistin.

Serok Wezîrê Îsraîlê“Naftali Bennett”  û Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Yair Lapid” roja Înê 27ê Reşemê daxuyaniyekê hevpar belavkirin û di daxuyaniya xwe de daxwaz ji “Joe Biden” kirine ku nabe navê “Spaha Pasdaran” li beranber sozên çewt ên wekî negehandina xisar bi “Amerîka”yê ji lîsteya têrorê bê derêxistin.

Di vê daxuyanê de “Spaha Pasdaran” wekî bikerê hemû êrîşên li ser hêzên leşkerî û xelkên sivîlên ên Amerîkayê li seranserê Rojhilata Navîn, binav kirine.

Herwisa di vê daxuyaniyê de tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku Spaha Pasdaran, hemen “Hizbullah li Lubnanê, Cehada Îslamî li Xezê, Hûsî li Yemenê û girûpên çekdar li Îraqê”ye.

Ew daxuyaniye 2 rojan piştî belavbûna nûçeya lêkolîna dewleta “Biden” li ser derxistina navê “Spaha Pasdaran” ji lîsteya têrorê de bûye.

Di vê derheqê de Şêwrmendê berê yê Ewlehiya netewiya Amerîkayê “John Bolton” jî bertek nîşan daye û ew biryara dewleta “Biden” wekî karek şaş û tirajîk binav kiriye.