
Civîneke hevbeş a Endamên Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate lidarxistin û di vê civînê de basa hin pirsên girîng yên Kurdistanê û cîhanê hate kirin.
Roja Çarşemî rêketa 19`ê Sermawez a 1399`an a Rojî, demjimêr 9`ê sibêdehê civîneke hevbeş a Endamên Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, dest pêkir.
Piştî destpêkirina civînê, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ destûra kar ya civînê bas kir.
“Mistefa Hicrî” di yekem beş de raporteke siyasî li ser rewşa dever, Îran û Kurdistan, nemaze piştî hilbijartina Serkomarê Amerîka û hilbijartina “Jio Biyden”, rewşa xirab a aborî û siyasiya Îranê, kuştina berpirsê payebilind yê pirojeya çeka navkî yê rejîmê, dawî berteknîşandan û pêşhatiyên piştî dorpêçên ser bi Îranê û aloziyên deverê bas kir.
Piştî axavtinên navbirî, amadebûyên civînê li ser mijaran têbînî û raya xwe bas kirin û raport wekî raport û raya rêberiya Hizbê hate pejirandin.
Di vê raporta siyasî de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ basa vê yekê kir ku piştî hatina ser kar a îdareya nû ya Amerîkayê, Serokê nû û tîma wî, hem ji wan givaşên ku dewleta “Donald Trump” bo Îranê anîbû mifahê werdigrin û hem jî hewil didin Ewropayiyan û welatên Erebî yên kendavê digel siyaseta wan ya nû hevaheng bin û bi pêkanîna hevpeymaniyetî û hevahengî, rejîma Îranê neçar bikin ku hem rêkkevtên Navkî cî bi cî bike û hem jî destê wê ji deverê kur bikin û nemaze pirojên wê yên mûşekî sînorda bikin.
Raporta siyasî tevî berhevkirina zaniyarî û rohnkirina mijarên pêwendîdar bi Îran û Kurdistanê, li ser wê bawerê bûn ku rejîma Îranê zêdetir ji caran ber bi paşekêşeyê ve diçe û narizayetiya navxweyî û givaşên xelkê; Herwisa şerê desthilatdarî ya di nav bandên rejîmê û givaş û dîplomasiya hevahengî ya cîhanê, rejîmê ber bi wê cihê re dibe ku teslîm bibe û di haletên wiha de rewşa rejîmê li navxwe de zêdetir lawaztir dibe û derfeta xebata xelkê û netewên din ên Îranê zêdetir dibe.
Herwisa raportê bas li rewşa opozîsyona Îran û hêzên Kurdistanê û hewcehiya xweamadekirin bo qonaxa berdem kiribû û di vê derheqê de rênimiyên hewce bo organên pêwendîdar dabû ku di vê pêxemê de kar û bernameyên xwe rêk bixin.
Di beşeke din a civînê de bas li ser meşa diyaloga taybet bi pirsa yekgirtina refên Hizba Demokrat û civîna hey`etên diyalogê bo yekgirtina Demokratan kir û di vê derheqê de tevî piştevanî li pêngavên hey`eta taybet bi vê diyalogê û pêdagirî li ser domkirina micid a diyalogê û hewildan bo herçî zûtir bi encamgihandina meşê û rênimiyên hewce bo hey`etê derheq bi pirsên pêwendîdar da.
Beşa dawî ya civînê hin mijarên teşkîlatî û organên nav Hizbê anîne ber bas û biryarên hewce li ser dan.
Civîn demjimêr 7ê êvara heman rojê dawî pêhat
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Nivîsîngeha Kargêrî
20`ê Sermawez a 1399`an a Rojî
11`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an