Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Receb Teyîb Erdoxan 10 balyozên Amerîka û Ewropayê ji Tirkiyê derxistin

13:04 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Roja Şemî 1ê Xezelwerê, “Receb Teyîb Erdoxan” piştî daxuyaniya 10 balyozên Amerîka û Ewropayê li derheq azadkirina çakakvanekî siyasî ên binçavkirî di wî welatî de, ew 10 balyoz ji Tirkiye derxistin.

Erdoxan gotiye: “Ew 10 balyoz wekî fakterekî neşiyaw divê welatê Tirkiyê bi cih bihêlin”.

Berê 10 balyozên Amerîka û Ewropayê di daxuyaniyke hevpar de daxwaz ji Tirkiyê kiribûn ku çalakvanê siyasî yê binçavkirî “ Osman Kavala” ji girtîgehê berdin, herwisa gotibûn: “Binçavkirina wî çalakvanê siyasî sîberê dixe ser rêzgirtin li demokrasiyê”.

Ew 10 balyoz ên welatên “Amerîka, Feranse, Alman, Danmark, Norwêj, Swêd, Fînlend, Kanada û New Zîlend”ê ne.

Berê karbidestên Tirkiyê, bi tohmeta piştevanêkirin a “Kavala”  li rêkxirava “Fethullah Gulen” û hevkarîkirin di kûdetaya sala 2016 an a Zayînî  li Tirkiyê, bi 4 salan girtîgehê ceza kiribû.

Serokê Parlemana Ewropayê, “David Sassoli” li derheq wê şaşiya Tirkiyê bertek ji xwe nîşan daye û gotiye: “Ew kiryar, Tirkiyê ber bi zordariyê ve dibe û em gefê qebûl nakin û divê Kavala bê berdan”.