Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêdûr Xelîl: Dûr nine ku em digel Sûriyê li hev bikin

16:16 - 6 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa Rojavaya Kurdistanê û gefên li ser vê herêmê zêdetir ji her demekê bûye behsa rojeva herêm û cîhanê jî.

Piştî vê ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji aliyê serokê Amerîkayê ve hate dayîn, Rojavaya Kurdistanê û metirsiyên li ser vê beşa Kurdistanê zêdetir ji her demeke din bûye rojeva ne tenê herêmê, belku cîhanê jî.

Rêdûr Xelîl berdevkê YPG`ê û ji fermandarên payebilind yên HSD`ê ku niha mijûlî şerê bi DAÎŞ`ê re ne, radigehîne ku hêzên Kurdî dibe ku di herêmê û di ciyê xwe de bimînin.

 HSD û di nav de jî YPG ji hêzên herî girîng û serekî ne di Rojavaya Kurdistanê, û bakûra Sûriyê de, ku Amerîkayê hevkariya wan dikir, û niha jî biryara Amerîkayê ew nîgeran kirine. Lewra jî ew hatine ser vê baweriyê ku dibe ew bona pêşîgirtina ji êrîş û dagîrkariyên Tirkiyê, digel Beşar Esed li hev bikin.

Rêdûr Xelîl berdevkê YPG`ê bi nûçegihaniya Fransayê ragehandiye ku renge her du alî wate Kurd û Beşar Esed li hev bikin. Renge em li ser otonomiyê li hev bikin.   

Rêdûr Xelîl berdevkê YPG`ê derheq Minbicê jî got ku em digel rejîma Sûriyê gotûbêja dikin da ku encameke dawiyê bi dest bixin bona îdarekirina Minbicê. 

Nûçegihaniay  “Associated Press” jî, ji zimanê berpirsekî Kurd ve ku nexwastiye nawê vî eşkere be, ragehandiye ku ew digel dewleta Sûriyê amade ne, digel her hêzekê şer bikin ku bixwazin Sûriyê dagîr bikin, û li vê derheqê de li wan hev jî kirine.