Rejîma Îranê îdia dike ku nigeranê ticareta qaçax a çekên sivik e û ew di halekê de ye ku mezintirîn ticareta qaçax ya çekeçên sivik û giran ji aliyê rejîma Îranê ve têne kirin.
Roja Duşemî 23ê Çiriya Paşîn, nûnerê hertimî yê rejîma Îranê li Saziya Netewên Yekgirtî, “Mecîd Textêrewançî” di civîna Şêwraya Ewlehiya Welatên Yekgirtî de tekezî li ser hewcehiya birêveberirîna bernameyekî karlêker û bi bandor bo rêgirî li ticareta neyasayî ya çekên sivik kiriye.
Navbirî di wê civînê de got: ticareta çekên sivik li berdewamî û zêdebûna şer û pevçûnan, veguhastina sivîlan, bêhêzkirina rêzgirtin ji mafên navnetewî yên mirovî, rêgirî li gihîştina alîkariyên mirovperwerane bo qurbaniyê şer û pevçûnan û zêdetirkirina tawan, cinayet û terorîzmê de rol heye. Herwisa navbirî îdia kiriye ku Îran wekî tevahiya welatan nigeranê ticareta neyasayî ya çekên sivik e!
Gotinên wî nûnerê rejîmê di halekê de ye ku rejîma Îranê bi bikerê serkî yê ticareta çekên neyasayî û weguhastina wan ûafirandina fitneyan û piştevanî û geşedan bi terorîzma navnetewî, sipîkirina pere û ticareta madên hişber di cîhanê de tê hisêb û rûyekî reş di wan aliyan de heye.