Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê piştevanê Hizbullahê û sedema nearamiya Lubnanê ye

17:36 - 27 Îlon 2020

Nûnerekî meclîsa Lubnanê piştî destjikarberdana Serokwezirê nû yê Lubnanê li ser wê mijarê ragihand ku Hizbullah welatê Lubnanê wekî barmite bi dest girtiye û pêka destûrên rejîma Îranê, ji avakirina dewleta nû rêgirî dike û sedema nearamî di wî welatî de ye.

Nûnerê Meclîsa Lubnanê, “Ehmed Fetfet” di hevpeyvîna xwe digel Nûçegihaniya “Elhedes”ê de got: “Hizbullah berpirsiyarê teqîna Beyrûtê ye û berpirsiyarê wan trajêdiyan e ku di Lubnanê de diqewimin”.

Roja Şemî, 36ê Îlonê, Serokwezîrê destnîşankirî yê Lubnanê, “Mistefa Edîb” piştî hewlên bê encam, ji avakirina kabîneya nû ya dweletê, dest ji kar berda.

“Mistefa Edîb” di 10ê Xermanana Îsal de, ji aliyê Serkomarê Lubnanê, “Mişêl Ewin” ve hatibû erkdarkirinê ku kabîneya nû ava bike, lê nakokiyên siyasî yên di hundirê Lubnanê de nehêla bigihîje encamê.

Dewleta berê ya Lubnanê bi Serokwezîriya “Hisan Diyab”, piştî teqîna Beyrûtê bi neçarî dest ji kar kêşa.

Lubnan rastî krîza micid a aborî hatiye û piştî teqîna mezin a bajarê Beyrûtê, agirê nerizayetî di wî welatî de geştir kiriye.

Teqîna mezin a bajarê Beyrûtê, ku bû sedema kuştina 180 kesî û birîndarbûna zêdetir ji 6 hezar kesan û awarebûna nêzî 300 hezar kesî, yek ji xwînavîtirîn û kawilkertirîn bûyer di dîroka Lubnanê de bûye ku xisarên malî yên wê teqînê bi qasî 10 heta 15 milyard dolar e.