Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejêma Îranê Amaran bi pere difiroşe

16:39 - 8 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê, cuda ji vê ku gotibûn ti mijareke amaran belav nakin, vê carê bo belavkirina wan amaran pere ji xelkê werdigrin.

Navenda amara rejîma Îranê ku, berê amar belav dikirin û radestê xelkê dikirin, wê carê amaran bi pere difiroşe.

Bo mînak, hekî kesek bixwaze hûrde kariyên amara betaliyê bizane, dibe 3,240 tumenan pere bide.

Wê navenda rejîma Îranê bo pişkên cuda yên amarê, nirxeke taybet daniye.

Di Îranê de cuda ji navenda amar, banka navendî û meclisa rejîmê jî amaran belav dikin.

Amarên wan 3 navendên rejîmê, di derheqên mijaran de cudahiya wan hene lê, girîngtirîn çavkanî, amarên navenda amarên Îranê ye.

Bi sedema rewşa tevlihev a Îranê, ew amarên ku rejîm bixwe belav dikirin, ku rewşa aloz a nawxweyî ya Îranê didane xuyakirin.

Gelek caran ew amarane di navbera karbidestên rejîmê de kêşmekêş diafirand ku wan amaran belav bikin.

Midehkî beriya niha, karbidestên rejîmê bi fermî gotibûn ku, di niha vê de, ti amarekî belav nakin û bi tenê amaran bi wan binke û navendên ku daxwaz kiribin didin.