Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya betaliyê di parêzgeha Kirmaşanê de herî zêde bû ye

11:37 - 31 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rêjeya betalî di parêzgeha Kirmaşanê de herî zêde bû ye, û berpirsên rejîmê jî êdî nikarin çewtekariyan bikin û wê rastiyê derdixin.

Parêzgarê parêzgeha Kirmaşanê Hûşeng Bazwend roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê dabû zanîn ku, Kirmaşan yek ji wan parêzgehaneya ne, ku îsal rêjeya bêkariyê di wir de herî zêde bûye.

Eve di halekê de ye ku, parêzgeha Kirmaşanê xwedê du milyon heşîmet e, û yek ji parêzgehên Kurdistanê ye ku tevî çend çavkaniyên jêr erdî, asta betaliyê roj bi roj zêde dibe û berpirsên rejîmê jî, ti fikrekî bo wî parêzgehê nakin.

Ji aliyek din ve jî, roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê, cihgirê Amar û Zaniyariyên Saziya Birêveber û Bernamedarêtina Kirmaşanê Cewad Mistefayî gotibû: Bûdca salane ya jiyana her malbatekî di Kirmaşanê de 35 milyon tûmen e.

Bi wî awayî berpirsên rejîmê ji hemû tiştekê agehdarên û dizanin ku rewşa welatiyan di asteke ne baş de ye, lê bi cihê ku fikrekê bo wê rewşê bikin, berevajî dixine stuyê dorpêçên aborî yên Amerîkayê, û ji bo xwe jî hêncetekê çê dikin.