
di seranserê Îranê de rêjeya canjidestdan a bi sedema koronayê zêdetir bûye û rewş roj bi roj diwartir, xiraptir û metirsîdartir dibe, her rojê bi hezaran kes tûşî vîrûsa Koronayê dibin û bi 100an kes jî canê xwe ji dest didin.
Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî yê parêzgeha Urmiyê “Cewad Axazade” gotiye : “Di 24 demjimêrên derbasbûyî de, hezar û 594 kes li parêzgeha Urmiyê tûşî vîrûsa koronayê bûne û %27 ji wan pêketiyan li navendên dermanî hatine razandin”.
Rêjeya pêketin û canjidestdan bi sedema Koronayê ku “Cewad Axazade” îşare pê kiriye heta niha zêdetirîn amara tomarkirî di parêzgeha Urmiyê de bûye.
Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê li roja Sêşemiyê daye zanîn ku bi sedema Koronayê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 665 kesan canê xwe ji dest daye û nêzî 40 hezar kes tûşbûyên nû yên Koronayê hene.
Amara serast ya tûşbûn bi Koronayê, amara razandina nexweşan û amara canjidestdan bi sedema Koronayê ji amarên fermî yên rejîma Îranê gelek zêdetir in.