Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya pêketiyên Koronayê di Îranê de zêde bûye

10:57 - 18 Şibat 2022

Li Îranê vîrûsa Koronayê bi awayekê berfireh belav dibe û di 24 demjimêran de, bi hezaran kesan bi wê vîrûsê ketine.

Pêka amarên Wezareta Tenduristiya Îranê ku, roja Pêncşemî 28`ê Rêbendanê belavkiriye di 24 demjimêran de 182 kesan cane xwe jidestdane û 17 hezar kesên din jî, bi Koronayê ketine.

Herwisa hatiye ragihandin 3`ê hezar û 760 kes ji pêketiyan, bi sedema nebaş bûna rewşa tenduristiya wan di beşa çavdêriya taybet (ICU) de hatine razandin.

Di destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê de, 6 miliyon û 402 hezar û 821 kes tûşî nexweşiya Koronayê bûne, û 134 hezar û 420 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Amarên sererast çendîn qat zêdetir ji wan amaranin ku, ji aliyê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ve têne belav kirin.