
Pêka amarên rejîmê di çend mehên derbasbûyî de rêjeya telaq li parêzgeha Îalmê ji %22 zêde bûye û herwisa hevdem rêjeya zevacê jî daketiye.
Birêveberê Giştî yê Karûbarê Nasname li parêzgeha Îlamê “Mihemedelî Teqewî”, daye zanîn ku “amara zevac di 4 mehên destpêkî yên îsal de bi berevird digel sala derbasbûyî ji %5 kêm bûye û nêvinciya temenê zevacê bo mêran 31 sal û bo jinan 26 sal e û nêvinciya temenê telaqê bo mêran 37 salî û bo jinan 32 salî ye”.
Herwisa wî berpirsê rejîmê got: “Ji destpêka îsal ve, zêdetir ji 290 haletên telaqê di wê parêzgehê de hatine tomarkirin ku bi berevird digel sala derbasbûyî ji %22 zêde bûye”.
Bêkarî, pirsgirêkên aborî, rewşa aloz û nebûna ewlehiya kar û jiyanê, pirsgirêkên civakî, zevaca bi zorê, zevac bi sedemên malî û aborî, zêdebûna tawanên civakî, tûşbûn bi madên hişber û bi 10an pirsgirêkên din bûne sedem ku rêjeya telaq di Îranê de zêdetir bibe.
Nebûna hêvî bo paşerojeke geş û rohnebûna qedera xelkê Îranê ji wan krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê, daxwaz û xwesta ciwanan bo zevacê kêm kiriye û heta kesên zevicî jî piraniya caran naxwazin ku di rewşeke wiha de zarok hebin.