Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya tûşbûn bi vîrûsa koronayê di Sîstan û Belûcistanê de 5 beranber bûye

13:32 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Vîrosa Koronayê di Îranê de bi lezgînî belav dibe, bi taybet di parêzgeha “Sîstan û Belûcistan”ê de tûşbûn bi vîrûsa nû ya Koronayê 5 beranber zêdetir bûye.

Berdevk û Birêveberê Pêwendiyên Giştî yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî û Xizmetkariyên Dermanî û Tendirûstî yê Zahidanê “Mihemed Ebasî”, li roja Sêşemî 6`ê Tîrmehê gotiye: “Rêjeya pêketiyên Koronayê di her du mencên berê de, di navbera 300 heya 400 kesan bû, lê di vê menca nû de gihîştiye bi 1500 kesan, ev rêjeye 5 beranberî rêjeya berê ye.

Li gorî gotina “Ebasî”, pirsgirêka kêmbûna textên razandina nexweşan di nexweşxaneyan de heye.

Herwisa, binav nûnerê Zabul li meclîsa rejîmê, “Mihemed Segizî” rewşa Koronayê di Sîstan û Belûcistanê de bi kirîz binav kir û got: “Tevî kêmbûna dermanan, xelkê wê parêzgehî bi sedema hejariyê şiyana kirîna maskan jî tinînin.

Li gorî amarên Zanîngeha Zanistên pizîşkî yê Zahedanê li roja Sêşemiyê belav kirine, tevî zêdebûna  hezar û 510 pêketiyên  nû bi vîrûsa Koronayê, hejmara pêketiyên Koronayê di wê parêzgehî de gihîşte bi 63 hezar û 523 kesan.