Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya zewicîna keçên temen 10 heta 14 salî di Îranê de zêdetir bûye

18:30 - 20 Tebax 2021

Pêka amarên Navenda Amarên Îranê, rêjeya zewicîna keçên ku temenê wan di navbera 10 heta 14 saliyê ye, li sala 1399an a Rojî di beranber sala 1398an a Rojî de, %10.5 zêde bûye.

Di wê amarê de hatiye belavkirin ku di sala derbasbûyê de 31 hezar û 379 keçên temen 10 heta 14 salî zewicî ne û ev di halekê de ye ku li sala 1398an,ew amar 28 hezar û 373 halet bûne.

Ew amarane bi tenê wan zewacan li xwe digrin ku li rêkxirava “Tomarkirina barê Kesayetî”yê de hatine tomarkirin lê amara serast gelek ji vê amarê zêdetir e.

Herwisa pêka wan amarên rejîmê, li sala 1399an de 20 kurên ku temenê wan ji 15 salî kêmtir bûye û keçekê ku temenê wê kêmtir ji 10 salan bûye zewicî ne.

Pêka wê raporê, nêzî %5 ji gelempera wan zewacan ku li sala 1399an de hatine tomarkirinê, ew zarok bûne ku’ temenê wan ji 15 salan kêmtir bûye.