Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm amara rastîne mirin û tûşbûna bi Korona yê diveşêre

13:01 - 1 Gulan 2020

Rejîm di cehda veşartina rastiyane li ser amara Korona yê û roj bi rojê hejmara mirî û tûşbûyîyan kêmtir radigehîne, û ji aliyekî dinê jî Hesen Ruhanî serkomarê rejîmê daxwaz ji Parêzgehan kiriye ku rewşa sipî rabigehînin û wisa bidne xûyakirin ku korona êdî nemaye.

Di hember vê yekê de ku hemî Cîhan û piraniya xelkê Îranê dizanin ku rejîm rastiyan diveşêre, lê wan rojan parek ji deshilatdarên rejîmê jî hatne ziman û rastî baskirin.

Piraniya Parêzgehan ragihandin ku ne tenê rewş sipî nine, belku rewş gelek xirab û cihê nîgeraniyê ye.

Bo mînak piştî evê ku wisa hatibû baskirin ku di Parêzgeha Urmiyê rewş Sipiye, Serokê Zankoya Zanista Pizişkî ya Parêzgeha Urmiyê got: ewa dûre ji rastiyê û çi yek ji Bajarên girêdayî bi urmiyê de rewş sipî nine û daxwaz ji xelkê kir ku rênimayîyên xwe parastinê berçaw bigrin.

Serokê Saziya Pizişkiye Îranê Mihemed Zeferqendî ê`etiraf kir ku amarên ku rojane rejîm bi fermî radigehîne, dûrin ji rastiyê.

Navbirî got: her ji Têst û çalakiyên naskirina nexweşan ve bigre , heya kesên ku têne razandin û yan dimrin, Hemî ev amarên ku têne belav kirin, dûrin ji rastiya ku heye.