Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm axûndên tûşbûyê Koronayê bo Kurdistanê dişîne

11:10 - 13 Adar 2020

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê axûndên tûşbûyê vîrûsa Koronayê di dibistana devera Kotolê de bicih dike.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihand: “Piştî erdheja malwêran a devera Kotolê, ku xelkê wê deverê rastî zirarekî mezin hatibûn, dibistana wê deverê ti ziyaneke wisa nedîtibû, dema ku xelkê zirarberketî daxwaz ji berpirsên pêwendîdar ên rejîmê kirin ku heya demeke kurt di wê dibistanê de bicih bin, lê berpirsên rejîmê nehêlan”.

Herwisa wê çavkaniyê de berdewamiyê de got: “Piştî ku berpirsên rejîmê nehêlan xelkê zirarberketî di wê dibistanê de bicih bin, niha komek ji axûndên bajarê Qomê yên tûşbûyê vîrûsa Koronayê anîne û di wê dibistanê de bicih kirine”.

Bi wê sedemê tirsek ketiye nav xelkê zirarberketiyên wê deverê û heya niha çendîn caran nerizayetiyên xwe di vê derheqê de nîşan dane, lê ti berpirseke rejîmê bersiva wan nade.

Tevê wê ku rejîmê haya niha ti alîkariyeke wisa bi xelkê zirarberketiyên erdhejê nekiriye, belkî dixwaze ji rêya wan axûndên gemar ve xelkê wê deverê tûşê nexweşiya Koronayê bike.