Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, bi anîna maşînên dijî şoreş û manor lêdan li pêş çavê xelkê, bajarên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze kiriye.
Pêka kurte vidiyoyekê di bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê de, rejîmê bi anîn û hatoçûpêkirina maşînên dijî şoreş û gardê taybet, hewla milîtarîzekirina wî bajarî dide û herwisa tiresê dixe di nav dilê xelkê de.
Piştî xwenîşandana xelkê Îran û Kurdistanê û serkutkirina xelkê nerazî ji aliyê rejîmê ve, hemû bajarên Îran û Kurdistan di rewşeke ewlehî de ne.
Rejîm bi wê rêkê ve dixwaze pêşî bi serhildana dûbare ya xelkê bigre, û hemû hêza xwe li hember xelk, bikar tîn e.