
Heyamek e ku Spaha Pasdaran a terorîst, çek û cebilxaneyên giran ber bi bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve vediguheze û bajarên Kurdistanê milîtarîze dike.
Pêka çavkaniyek agehdar di navxweyê welat de, caş û pasdarên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst li ser rêyên bajarê Bokanê û di hundirê bajar de cihgir bûne.
Wê çavkaniyê daye zanîn, caş û bikirêgirtiyên Spaha Pasdaran, di nav bajarên Bokanê de seyterên vekolînê danîne û daxwaza nasname ji xelkê dikin.
Spaha Pasdaran çend roj e ji rêya bikirêgirtiyên xwe ve bajarên Kurdistanê milîtarîze kiriye û givaş xistiye ser xelkê.