
Kurdistanmedia: Piştî şerê Hêza Pêşmergê Kurdistanê digel çekdarên Spaha Pasdaran di navçeya Bokan û derdorê, ku bi vê sedemê çendîn pasdarên Spaha Pasdaran hatin kuştin, yan jî birîndar bûn, Spaha Pasdaran di hewla milîtarîzekirina zêdetir ya vê navçeyê de ye.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, demjimêr 10`ê sibezûya îro 18`ê Pûşperê, hêzeke zaf bi hemû alavên leşkerî ve, ji Bokanê ve ber bi gundên Koke û Derwêşan, û Çiwardîwar û gundên derdorê bi rê ketin.
Li gora vê nûçeyê, piştî çalakiya Hêza Pêşmergê kurdistanê, di gundên Koke û derdorê ku di encam de çendîn endamên Spaha Pasdara hatin kuştin yan jî birîndar bûn, sibezûya îro hêzeke zaf ya Spaha Pasdaran, û xwefiroşên ser bi rejîma Îranê, bi kincên xakî û cemedaniyê ber bi van navçeyan bi rê ketin.
Li gora zanyariyan, armanca van caşan, eva ye ku bi vê şêwaza lixwekirina kincan, xwe wekî Hêza Pêşmerge bidin nasandin, û zanyariyan li ser cihê mana pêşmerge kom bikin.
Li gora zanyariyên Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê şeva borî hilîkopterên rejîmê bi berdewamî li hinda çiyayên Hacî Kîmî, Bêş Barmax, û Kanî Esman, û Pêmerey Ferhad geriyane.