Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm berprisên gendel ên xwe tenê cihên van diguhere

12:30 - 9 Gulan 2019

Kurdsitanmedia:  Rejîma Îslama ya Îranê postên berpirsên gendel yên xwe tenê cihên van diguhere.

Roja Çarşemî 8`ê Gulana 2019`an, Şaredarê Tehranê, di civînekê de, Menaf Haşmî, Parêzgarê parêzgeha Gulistanê ku di dema rabûna lehiyê de li ser kar hatibû vêdedan, niha ev wekî şvêrmendê şaredariya Tehranê hatiye destnîşankirin.

Menaf Haşimî parêzgarê parêzgeha Gulistanê li Adara îsal ku bi sedema barana gurr û rabûna lehiyê ku, çend bajarên ser bi vê parêzgehê bi tevahî bin av bibûn, di rewşa wiha de, navbirî bo rojên Newrozê li dervey welat lipey xweşderbazkirina xwe bû.

Menaf Haşmî bi sebeba guhnedana bi rewaş xirab ya xelkê zirar berketî ku bi sedema baran gurr û rabûna lehiyê hemû samana û serweta xwe jidest dabûn û bê stargeh mabûn, ji aliyê cêhgirê yekem yê serkomarê rejîmê ve li ser posta xwe hatibû vêdedan.

 Lê, piştî derbazbnûa heyameke kurt û bi sedema xemsariya berpirsên wiha yên rejîmê birînên xelkên zirar berketî heya niha jî nehatine çareserkirin, posteke baştir li berê ji wî berpirsê gengel yê rejîmê re diyarî kirine.

Sebeba li ser kar vêdedana Menaf Haşmî Parêzgarê parêzgeha Gulistanê ji ber amadenebûna navbirî li heyama rabûna lehiyê li kêlega xelkê zirar berketî yên deverê û guhnedana navbirî bi rewşa xirab ya xelkê di vê heyamê de bûye.

Manef Haşmî Parêzgarê parêzgeha Gulistanê bi sedema amade nebûn li dema rûdana lehiyê ku zirarên canî û malî gihandine xelkê vê parêzgehê, rastî rexneyên tund hatibû û her bi vê sedemê jî ji aliyê cêhgirê yekem yê serkomarê rejîmê ve, li ser karê xwe hatibû vêdedan, û rejîmê bi cihê cezakirina berprisên wiha tenê cihên van diguhere.