Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

rejîm bi danîna Pîlanên xwe di Kurdistanê de berdewam in

13:07 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di bajarên Kurdistanê de, li nêzîkbûna 22`ê Pûşperê bi berdewamî li pey pîlandanîne.

Rejîma Îranê ya terorîst, hemû sal li nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, ku salroja şehîdbûna Dr.Qasimlo û hevalên wî ye, ku bi destên wan yê qirêz hatine terorkirin, dest diavêje bi pîlandanînên cuda û bitaybet li rojên ku nêzî bi 22`ê wê mehê dibin bi lidar xistina konsêrt û danîna stran û…hwd, pîlanên xwe berfirehtir dikin.

Her di vê derheqê de, tevî wê ku li rojên derbasbûyî de, rejîma dagîrker a Îranê, kongereyek li jêr navê “Kongereya Navdarên Kurd”, li bajarê Sine lidar xist, û di rojên bê de jî, li nêzîkbûna salroja terorkirina şehîd Dr.Qasimlo, rêberê mezin ê gelê Kurd, bi niyaze li bajarê Merîwanê jî, Konsêrtek bo stranbêjeke Fars bi rê ve bibe.

Berê jî bi berdewamî pîlanên wiha, qirêjxwar û bikirêgirtiyên rejîmê, di bajarên Kurdistanê de, bi biryayar erbabên xwe li navendên sîxorî ên rejîm, di Kurdistanê de, li nêzîkbûna 22`ê Pûşpera hemû salekî, bi awayên cuda di gund û bajaran de, bi hilkirina stranan bi dengweşan, xweşiyên xwe nîşan didin.