
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku li dijî dana du pasportan pêkve bo hevwelatiyên xwe ye, pasporta welatekî Afrîqayî dide berpirsan.
Nûçegihaniya Royterz bas ji betalkirina hinek ji pasportan kiriye, ku hinek ji birêveberên şirketan û berpirsên Îranî ji welatê biçûk ê bi navê Komor li Afrîqayê, kirîbûn.
Dewleta Komor ya Afrîqayî, bi bêdengî hejmarek ji paportên vî welatî reş kirine, û tenê ragehandiye ku derkirina van pasportan şaş bûye.
Nûçegihaniya Royterzê di vê derheqê de ragehandiye ku rîzbendek ketiye destê wna de, ku nîşan dide ji koma 155 pasportên betalkirî, zêdetir ji sed pasportî, ên berpirsên rejîmê bûne.
Yek ji wan kesan, Mucteba Ereb Muhiqî ye, ku di sala 1388`an de, birêveberê bazerganî yê şirketa millî ya belavkirina berhemên neftî bûye.
Welatê Komor di dema Ehmedînijad de, pêwendiyeke nêzîk bi Îranê re hebû.
Mihemed Sadiq Kawe jî, Îraniyekî din e ku ew pasoprt hebûye, û xwediyê şirketa xizmetên deryayî û benderî ên Kawe ye, û malpera Meşriq, ew wekî berpirsê yekem yê bendera Recayî dabûne nasîn.
Husên Muxtariyê Zencanî ku parêzer û yek ji kesayetiyên xwedînûfûz di biyavê enirjiya Îranê de ye, kesekî din e ku pasporta duyem wate pasporta Komor a Afrîqayê wergirtiye. Pasportên betalkirî ên van çendîn berpirsên rejîma Îranê, ku berpirsên şirketên neft û gaz û şirketên erzî û filizên giranqîmet, û herwisa berpirsên şirketên veguhastinê ên deryayî bûne, ku şirketên wan bûne armanca tehrîmên navneteweyî. Hinek ji wna kesan heta zêdetir ji yek pasporta Komorê hebûne.
Dîplomat û çavkaniyên emniyetî ên Komorê nîgeranê vê yekê bûn, ku ew kesane bikarin van pasportan bo berjewendiyên xwe û li dijî tehrîmêm navneteweyî bi kar bînin.
Pasportên Komor hewcehiya wan bi vîzayê bona serdankirina hinek beşên Rojhilata Navîn û Asiyay Rojhilatî nîne, û vê îznê dide Îraniyan, ku di bankên derve de hisaban ji xwe re vekin, û navên şirketên xwe li derve de bidin nivîsandin.
Rejîma Îranê bi awayekî fermî nahêle ku hevwelatiyan pasorta duyem hebin, lê Wezareta Îtila`atê rê dide hinek ji kesên ticarî ku bikarin pasporta duyem wergirin, da ku çûna wan bo derve hêsan be, û bikarin bi hêsanî karê xwe yê ticarî bikin.