Rejîma Îranê dehan kes ji girtiyên binav sûçdar li rêûresmên Çwarşeme sûrî yê, di nawa bajarê Meşhedê ber çavê xelkê li ser şeqaman gerandin û cehda şikandina kesayetî û kerameta wan Ciwanên bê guneh da.
Roja 22 ê Nîsanê 34 kes ji kesên ku rejîmê ew sûçdar kirine bi alozî çêkirinê di rêûresma Çwarşeme sûrî yê de, bi beşdariya Dadwerê cinayetkar ê bi navê Seyîd Hadî Şerîetyar,di nawa bajarê Meşhedê de gerandin û sivkatî bi kesayetiya wan Lawan kir.
Ev karê nemirovaneye rejîma Îranê, hevşêweyê kiryar û karê Daeşê ye û şikandina keramet û kesayetiya mirovan armanca sereke a wê rejîmê ye.Lewma çi cudahiyek di navbera Daeş û Taliban û rejîma kevnarperwere Îranê de çinîne.
Weşandina wêneya wê sivkatî kirina bi Ciwanên bê sûç, li torên civakî de gelek dijkiryar bi dû xwe de anîn.
Xebatkarên mafê mirov dibêjin, karê bi wî awayî, şikandin û sivkatiya eşkere ye peymanname û mîsaqa mafê mirove, û ev kiryara rejîmê bi tûndî tête şermezarkirin.