
Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst li bajarên Kurdistanê bi zorê kincên xwe li xelkê dike.
Li gorî raporên belavbûyê, Piştî vê ku “Donald Tramp” serkomarê Amerîkayê, di daxuiyeke fermî de Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî Îranê wekî saziyeke terorîst di cîhanê de da naskirin û xiste nav rêzbenda reş a terorê, vê saziya terorîstî jî, bo piştevaniya xwe bi zorê kincên wê saziyê li xelkê dike.
Piştî vê biryara Amerîkayê, Spaha Pasdaran, hemû nûnerên mecilsa rejîmê kincên vê saziyê li van kiribûn û herwisa di bajarên Kurdistanê de serok Eşîr û hin xelkê derdora van komkirine û bo piştavaniya xwe bi zorê kincên Spaha Pasdarana terorîst li vankirine û digel van gotûbêj encam dane.
Ji aliyekî Spaha Pasdarana terorîst di bajarên Kurdistanê de rewşa awarte pêk tîne û pêşî ji birêveçûnên rêûresimên taybet yên wekî cejna Kurdewarî a Newrozê digire, bo herêmên Kurdistanê çekên giran vediguhese, û rojane ciwanên Kurd ku bo dabîna hewcehiyên jiyana xwe rol li karê kolberiyê dikin bi bê sedem didine ber golleyan ji aliyekî din ve jî bo piştevanî û tebilîxa xwe kincên xwe li van dike.
Spaha Pasdaran çalakvananên medenî û jîngehparêzî yên Kurd bi sedemên ne bicî desteserdike û herwisa bo beşdarîkirina ciwanên Kurd di birêvebirina karûbarên welat de astengiyan çê dike, ji aliyekî din ve jî bo piştevanî û tebilîxa xwe bi girtina kurte vîdyo û nivîsên “Ez Pasdarim” û kincên xwe li van dike, û di torên civakî de belav dike.