Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bi zorî zarokan hînê quran û nimêjê dike

16:35 - 15 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîma axûndî a Îranê di nûtirîn cehdên xwe de, bo sepandina êdolojiya xwe bi ser dersxwanan de, dersxwanan neçar dike daku hînê quran û nimêjan bin.

Pêka nûçeya ku gihîştitye malpera “kurdistanmedia”yê, di heyama rojên derbasdbûyî de, li bajarên Rewanser û Şahoyê, îdareya Perwerde û Hînkariyê biryar deye ku dibe hemû zarok hînê “nimêj û xwandina quranê” bibin.

Ew biryara îdareya Perwerde û Hînkarî bo hînkirina îdolojiya taybet bi dersxwanan di halekê de ye ku, pêka konwansiyona mafê zarokan, hînkirin û sepandina her core bawereke olî bi ser zarokan de rê pêre nehête danê.

Ol û mezheb ew taybetmendiyên ku dibe di hilbijartina wan de azad be û ti kes û aliyek nikare bi zorî kesê neçar bi hînbûnan bike.