Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bo firotina goşt teblîxan lidar dixîne

18:13 - 7 Adar 2019

Kurdistanmedia: Nebûna goşt di bazarên Îranê de, bûye arîşeyekî mezin bo xelkê, û berpirsên rejîma Îranê jî li ser vê nîqaşan dikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tevî wê di bazarên Îranê de goşt bi nirxeke zêrîn dest dikeve, karbidestên rejîma Îranê wiha dibêjin,  bilindbûna nirxên goşt tenê tişteke demekî ye, di çend rojên bê de, nirx wê bên kontrol kirin.

Bi sedema nebûna goşt, xelk li ber deriyê dukanên ku goşt difroşin rêz dibin.

 Her di vê derheqê de, karbidestên rejîma Îranê, li bajar û cihên ku goştê gerim difiroşin, teblîxan lidarxdixînin, da ku xelk serdana cihên wiha bikin û goşt bikirin.

Piştî bilindbûna nirxa goşt di Îranê de, rayedarên rejîmê biryar dane, da ku goşt bo hûndir bînin.

Her di vê pêwendiyê de,  xelk dibe bo kirîna goşt karta serperestiya malbatê û herwisa hemû takên wê malbatê jî hebin, piştire îmkana goşt kirînê hebin.

Bilindbûna nirxa hewceiyên jiyanê û herwisa tiştên xwarinê, roj lipey roj bilind dibin, û berpirsên rejîmê dibêjin, bo alîkarî û piştevaniya hevdû, emê wan arîşeyan çareser bikin.