
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bo piropagendekirin bo dîn û şiştina mêjiyê xelkê 686 axûnd bo parêzgeha Urmiyê şandin.
Pêka nûçeyên belabbnûyî, roja Şemî 4`ê Xezelwerê, rejîma Îranê bo piropagendekirina siyaseta xwe û şiştina mêjkê xelkê û berfirehkirina îdolojiya Şî`e gerayî di nav xelkê Kurdfistanê de, nêzî 686 axûndê şî`e bo parêzgeha Urmiyê şandine.
Ji aliyek din ve jî pêşnimêjê bajarê Makoyê Seyîd Mihemed Haşimî, gotiye Ku: Dibe zarokên dersxwan wekî Husênê Fehmîdê perwerde û amadeyê şerê nerim bikin, daku bikarin bi wî awayî di çepera şer de li dijî dujminan şer bikin.
Rejîma Îranê dixwaze bi hemû awayekî ev îdolojiya xwe berbilav bike nav civata Kurdistanê de û civata Kurdistanê ji aliyê xwe ve bikişîne, lê fêlên rejîm her pûçel dibin û sernagrin.