Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi anîna hêza leşkerî û çekên giran bo sînorên bajarên Kurdistanê, hewl dide da ku çavdêriya êzdetir li ser van sînoran de hebe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê, hêzeke leşkerî a nû û bi alav û çekên giran bo sînorên bajarê Neqedê aniye, û sînorên vê deverê bi awayekî berfireh awarte kiriye.
Li gorî gotina yek ji Fermanderên Spaha Pasdaran a terorîst, ev hêzane, li parêzgehên wekî ,Tevrêz, Îsfehan û Hemedanê hatine, da ku digel hêzên berê yên artêş û Spaha Pasadaran ku wir cihgîr bûn bên veguhastin.
Rewta awartekirina herêmên sînorî yên bajarên Kurdistana Rojhilat, ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîmê berdewam dike, û berpirsên Spaha Pasdaran a rejîmê bi awayekî berdewam bas ji, girtin û ewlehîkirina sînoran dikin.
Piştî cihigîrbûna hêzên Pêşmergeyên PDKÎ li ser deverên sînorî yên Kurdistana Rojihilat, rejîma Îranê bi awayekî berdewam bajar û deverên sînorî yên bajarên Kurdistanê awarte dike.