Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm çekên giran bo Kurdistanê vediguheze

17:27 - 21 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi awayekî berdewam çekên giran û nîv giran bo binkeyên leşkerî yên xwe yên li bajarên Kurdistanê vediguhese.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê di berdewamiya awartekirina bajarên Kurdistana Rojhilat û ewhelîkirina wan bajaran, çekan bo binkeyên leşkerî yên li Kurdistanê vediguhese.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehandiye, ku rejîma Îranê li parêzgeha Tehranê çek û alavên şer yên giran bo binkeyên leşkerî yên xwe li Kurdistanê veguhastine.

Veguhastina çekên giran ji aliyê nevendên ewlehiyê yên rejîmê ve, di heyama çend salên derbazbûyî de, bo bajarên Kurdistanê, ji aliyê rejîmê ve berdewam bûye, û rejîm sînorên bajarên Kurdistanê bi cihgîrkirina hêza leşkerî û çekên giran zêdetir awarte kiriye.

Rewşa awarte ya deverên sînorî yên bajarên Kurdistana Rojhilat, bi awayekî berdewam ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîmê dom hebûye, û berprisên Spaha vê rejîmê jî berdewam bas ji daxistin û awartekirina sînoran dikin, û herwisa rejîma Îranê ev heyameke ku bi awayekî tund û berfireh manorên leşkerî lidar dixîne.

Piştî cihgîrbûna hêza pêşmergê Kurdistanê li ser çiyayên Kurdistan û amadebûna pêşmerge di navxweyî welat de, rejîm bi awayekî berdewam bajar û herêmên sînorî yên Kurdistanê, awarte dike.