Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm çen qat jiyana xelkê dijvartir dike

14:11 - 26 Tebax 2020

Hêzên rejîmê di Kirmaşanê de pê Lodêr û Bordizêlan êrîşê dikne ser malên xekê û derban û cihê jiyana wan diherifînin.

Di çend rojên derbasbûyî de, hêzên şaredariya parêzgeha Kirmaşanê, bi bê ewê ku pêş de xelk agehdar kiribin, yan belgeyekî yasayî hebin, pê Lodêran dadane ser xanî û derbanê xelkê li bajêrokê Kiyanşehr a Kirmaşanê û dest kirine xirabkirina malan.

Xelk Kiyanşehrê li hember xirabkirina malên xwe de, bi destê betal berekanî kirin ku bi çi awayekê nekarîn berahîka hêzên malvêrankere rejîmê bigrin.

Di navbera xelkê wê taxê û hêzên rejîmê de alozî çêbû û hêzên tepeserkare rejîmê bona piştewanî ji hêzên şaredariyê û tepeseriya xelkê geheştne cihê aloziyê.

Wan hêzên dijî mirov bi destê zorê tiştê nav malên xelkê firedane derwe û dest kirne bi xirakirina malên wan.

Hewceyî bîranînê ye ku heyamek berî niha jî, her li kirmaşanê hêzên şaredariya rejîmê ku çobun bi hemen awayî malên xelkê xirab bikin, jinekê bi navê Asiye ku berekanî kiribû, hinde lêdan ku heta gihandine nexweşxwanê canê xwe ji dest da.