Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm ceza nexdî bo ew ajovanên ku wêneya Xumênî li tirombêla xwe nedane, diyar kiriye

16:41 - 5 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Ew ajovanên ku wêneya Xumênî li ser tirombêla xwe nedane serbarê ceza nexdî, mohleta ajovaniya wan jî ji wan distînin.
Li gor raporta Kurdistanmedia, li nêzîkbûna salroja mirina Xumênî de, rejîma Îslamî ya Îranê li hemû bajarên Kurdistana Îranê givaş bo taksiyan û tirombêlên giştî aniye ku wêne û pûstera taybet bi wê rojê li taksiyên xwe bidin.
Çavkaniyekî hayîdar bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Her tirombêlek ku wêne û derûşm û pûstera Xumênî pêwe nebe ji aliyê polîsê terafîkê ve tê cerîme kirin.
Çavkaniya han ewa jî got: Herwiha rejîm li egera pêwenekirina ew wêne û pûsterane, gefa sitansina mohleta ajovaniyê ji ajovanên taksiyan û şofêrên tirombêlên giştî xwarine.