Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm daristanê Kurdistanê difiroşe

12:14 - 3 Nîsan 2020

Rejîma dijejîngeh a Îranê daristan û jîngeha Kurdistanê bi awayên cuda jinav dibe.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de berpirsên gendel û dijejîngeh ên rejîma Îranê darên ku di nav daristanên bajarê Serdeştê de ne bi nirxekî nexuya firotine bi hin kesên ser bi rejîmê û ciwaniya jîngehê jinav birine.

Her pêka yasaya rejîmê jî nabe bi ti şêwekê daristan bêne firotin, lê her ji aliyê berpirsên wê rejîma dijejîngeh ve, darê wan darêstanên bajarê serdeştê têne firotin.

Xelkê bajarê Serdeştê bi wê karê gendel û dijejîngehî a rejîma Îranê, bi awayekî tund nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Rejîma Îranê bi zanebûnî jîngeh û surûşta Kurdistanê jinav dibe û bi awayê şewitandin û firotin, dixwaza wê xwazaya xweşik a Kurdisytanê jinav bibe.