Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm dê facieya mirovî di Îranê de biafirîne

12:38 - 10 Nîsan 2020

Di demekê de ku li piraniya welatên pêşkevtiye Cîhanê bi hegera xisara miroviye Korona yê, xembariya netewî hatiye ragihandin û navendên zanistî mijûlin li ser peydakirina dermanekê bo çareseriyê jêvekolînan dikin, rejîma paremayî ya deshilatdar di Îranê de, dixwaze bi xurafatê, facieyekî mirovî çêbike.

Komik xolamokên rejîmê û paremayî di hinek Bajaran de, kevtine nava kolanan û Şîrniyan belav dikin û destkirine bi pêkanîna karwanên Nohexwaniyê, daku bi wî awayî berahîka Korona yê bigrin.

Ewajî di demekê deye ku li piraniya Welatan de heçî merasim û kombûnek hatine qedexekirin.

Rejîm di demekê de cêjnê digire, ku rojane Sedan kes di Îranê de bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest didin û Hezaran kesên dinê tûş dibin.

Besîc û kesên paremayî bi zorê Şîrniyan didne xelkê û bi zorê dihavêjne nava Maşînan, ev kare dikare korona yê zêdetir belav bike.

Di hinek Bajaran hatiye ragihandin ku ewa cêjna serkevtina bi ser Korona yê ye.

Ewa jî di demekê deye nahajî zafin ev Bajar û dewerên di Îranê de û heta rejîm amade nîne çi zaniyariekê li ser hejmara qurbaniyê Korona yê belav bike, bo nimûne Sîstan û Belûçistan