Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm di cehda afirandina trajîdiyayeke mirovîdeye

13:13 - 6 Nîsan 2020

Di demekêde ku roj bi rojê amara tûşbûn û miriyan bi sedema Vîrûsa Koronayê zêdetir dibe, di cihê ewê ku Bajar bêne qerentînekirin, di cihê ewê ku cehd bête kirin ku xesara caniye xelkê Welat bête kêmkirin, rejîmê biryar daye ku di çend rojên têt de, rewça webûna Îdaran û cihê kar û bazaran û kargehan bi awayê asayî weket.

Ewa jî di demekê deye ku mixabin rojbirojê, em şahidê zêdetir bûna hejmara qurbaniyane û seranserî Îranê herwisa di rewşa Sor anku cihê tirsê ye.

Ragihandina nûçeya asayî bûna rewşa kar ji aliyê rejîmê ve, bûye cihê nîgeraniya xelkê û hemî kes ecêbgitî hêla.

Ev biryara rejîmê dikare facieyeke mirovî di welat de biafirîne û bibe sebeb ku rewşa Îranê weke ya Îtaliya û Îspaniya lêbêt ku rojane hezaran kes dimrin.

Pêka wan amarên ku rojane rejîm hebxwe radigehîne, herçiqas ku ew amar dûrin ji rastiyê, heya niha nêzîkî 4 Hezar kesî bi hegera Korona yê canê xwe ji dest daye û 60 hezar kes jî tûşî wê nesaxiyê bûye.