Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm di dema tengahiyan de zimanê nerim û hêmin bikar tîne

16:51 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku niha xwe di tengahiyan de dibîne, li hemberî neteweyên Îranê, zimanê nerm û hêmin bikar tîne.

Roja Duşemî 23`ê Banemera 1398`an, Serkomarê rejîma Îranê Hesen Rohanî, li civînek digel mamostayên Olî yên Sonî meseb got, “birayên Sonî meseb ên me, sînorparêzên rasteqîne yên welat in”.

Hemû ev gotinane di demekê dene ku, rejîma Îranê tu baweriyek bi wan axavtinan nîne, û tenê di dema tengahiyan de, Sonî meseban û Kurdan bi birayên nas dike.

Rohanî di wê civînê de bas ji wê kir ku, Şî`e û Sonî û neteweyên din yên Îranê, bihevre karûbarên Îranê birêve dibin, lê, di demekê de ku, tu Sonî meseb û Kurdek di rejîm de postek siyasî ji wan re nehatiye dan û hevdem di Kurdistanê de kesên biyanî tînin ser kar.

Herwisa di deverên Kurdistanê de, berpirsiyariyên girîng bi tu Kurdekî naspêrin û li cîhên din yên Îranê berpirsan bo diyarî dikin.

Rohanî di demekê de bas ji biratiyê dike ku, Sonî meseb û neteweyên din yên Îranê, ji aliyê rejîmê ve tepeserdikin û mafê netewebûna wan hatiye bin pê kirin.

Ew axavtinên Serkomarê rejîmê derheq Sonî meseb û neteweyên din yên Îranê, nîşaneya çewtekarî û fêlbaziya rejîmê ye û hin belge vê yekê didin zelalkirin ku, di heyama 40 sal temenê xwe de, tu nirxek bo zêde aliyan di Îranê de nedane û rejîmek ku bi santiralîzimiya tûndrew dest li ser Îranê girtiye.