Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm di derheq xerc û bûdceya hinek organan, xwe serwe dibe

13:31 - 20 Nîsan 2020

Dîwana Berhevdana  rejîma Îranê, derheq xerckirina bûdceya hin binkeyên girêdayê rêberê Olî yê rejîmê  , xwe mat kiriye û ti berhevdanekê li ser wan nake û xwe jê mat kiriye.

Roja Yekşemî 20 ê Nîsan ê, Berpirsê Ofîsa Serkomarê Îranê, Mehmûd Wa`izî, rapora Dîwan a Mihasibat a rejîma Îranê, bi “neserast” û “yek alî” da zanînê û herwisa belavkirina wê raporê jî bi “ yek alî” da xuya û bi rexne girtin ji wê rapora Dîwana Mihasibat a rejîma Îranê, got ku wê Dîwanê li ser pişk û binkeyên din, xwe mat kiriye.

Di heftiya derbasbûyî de, Serokê Dîwana Mihasibat a rejîma Îranê baskiribû ku 4 milyard û 800 milyon Dolar di bûdceya sala derbasbûyî de xûya nake û tevî ku ew Pere hatiye danê lê ti tiştek di hember de nehatiye hawirde kirin.

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” ew rapor bi %100 şaş daye zanîn û herwisa Berpirsê Ofîsa Rûhanî û herwisa Serokê Banka Nawendî a rejîma Îranê jî, bi tundî rexne ji wê raporê girtin û gotin ku, “Heya 1 dolar jî winda nebûye”.