
Kurdistanmedia: Piştî êrîşa çend çekdaran a bo ser meşqa leşkerî ya hêzên Spaha Pasdaran a terorîst di bajarê Ehwazê de, rejîmê dest bi reşgiriyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê ve hatiye belavkirin, piştî vê ku çend çekdaran teqe li cihê ravestana fermande û berpirsên rejîmê yên li dema birêveçûna meşqa leşkerî a hêzên Spaha pasdaran a terorîst kiribûn, heya niha navendên ewlehiyê 22 kes bi tohmeta beşdarbûn di vê êrîşê de destbiser kirine.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku: 5 kes ji van girtiyan ser bi girûpa cudahîxwaz a ser bi welatê Erebî ne, û malên van kesan jî hatine diyarîkirin, û her di vê derheqî de, û 22 kesan ku ev êrîşa di navxwe de piştevsnî kirine, hatine destbiser kirin.
Piştî çêbûna vê bûyerê, berpirsên rejîmê, rasterast welatên wekî, Si`ûdiya, Îmarat û Amerîka, sebebkarê serekî yê vê êrîşê dane zanîn, lê her sê welatan bi belavkirina daxuyayên cuda, ev îdi`aya rejîmê red kirine.
Wisa xuya ye ku, wekî demên borî, piştî qewmîna bûyerên bi vî rengî, rejîm bi hinceta beşdarbûn di bûyerên wiha de, dest dike bi destbiserkirina hevwelatiyan da ku hewlek be ji bo jinavbirina dijberên xwe.