Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm digel kirêgiritiyên xwe dicive

17:27 - 11 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navendên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê, bo morala kirêgiritiyên xwe civînan lidar dxisîn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, li bajaroka Tazava a ser bi Selasa Bawecanî, û bo kirêgiritiyên xwe civîn pêk anîniye û derheq biryara Amerîkayê ya derheq bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran axavtiye.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye, ku ev civîna bo bilind ragirtina morala  kirêgirtî û Pasdaran bûye.

 Di vê civînê de, 70 heya 89 kes ji kirêgirtiyên ser bi rejîmê amadebûne, ku 10 ji van kirêgirtiyên berê yên rejîmê bûne û piştire, nêzîkî 300 hezar Tûmen pere ji van re  dane.