Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm dixwaze di Kurdistanê de çewtekariyan bike

11:32 - 5 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîm û dawûdestekên xwe dixwazin bi xapandin û zorê, xelkê Kurdistanê rêûresman bi boneya kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst, lidar bixin.

Piştî belavbûna nûçeya kuştina Silêmanî yê terorîst ji aliyê Amerîkayê ve, ku bû cihê kêfxweşiya piraniya xelkê daxdar ên Îran û Kurdistanê, lewma rejîm bi mebesta çewtekariyê di cehda hindê de ye, ku li gund û bajarên Kurdistanê jî, rêûresman lidar bixin û wisa bide kifşê ku xelk xemgînin.

Di bajarê Urmiyê û herêmên Mirgewer û Tirgewer, û soma û biradost de, rejîmê ji hinek kesên kirêgirtî û caşên xwe xwastiye ku bi çi corekê be, hinek rêûresman bigrin.

Li gundên Silîwana, Sêro û Heştiyanê, xulamokên rejîmê bi gef û bi zorê gotine xelkê dibe beşdarî ji rêûresmê bin.

Xelkê welatparêz û vêzar ji rejîma dijî gel, bi çi corekê amade nabin beşdar bin, lewma rejîmê daxwaz ji şêvrayên gundan kiriye ku dibistanan te`etîl bikin û dersxwan bi zorê bibine nav wê merasimê.

Di Heştiyan û Silîwanayê de, xêncî kesên girêdayî rejîmê, kes amade nebû.

Li bajêrokê Sêroyê ku rejîmê dixwast xwenîşandan û siloganan çê bike, tenê 5 û 6 kesên xapandî amade bûn û silogan dan.

Ji aliyeke di ve jî, rejîmê ji xulamokên xwe xwastiye ku li ser torên civakî yên xwe wêneya Qasimê terorîst dabinên û hevxemiyê binivîsin.