Gorî biryarekî nû , rejîmê ragihandiye ku dê roja Şemiyê 6ê Şibata 2021an ve dê qedexeya hatin û çuyîna Maşînan li piraniya bajarên Îranê de cî bi cî bike.
Gorî biryarekî rejîmê ku roja Pêncşemiyê ji aliyê Resûl Îbrahîmî cêgirê Polîsê tirafîka Rahwer a hêzên intizmî ve hate ragihandin, roja Şemiyê ve dê hatin û çuyîna Maşînan di piraniya bajaran de bête qedexekirin.
Herwisa hate ragihandin ku hatin û çuyîna wan Maşînên ku pilaka wan ne xwe cihî be, bo parêzgehên Gulistan, Mazenderan û Gulistanê bi temamî qedexeye.
Ew biryar dê zêdetir li parêzgehên Meşhed, Isfehan, Şîraz, Bender Ebas, Bûşêhr, Gir ava Qişm û Kîş, bête cî bi cî kirin.
Herçiqas rejîm wisa dide xuya kirin ku ew biryar bona pêşî girtin ji Vîrûsa Koronayê daye, lê di rastî de ew biryar bona kontirola ewlehiyê hatiye danê.
Di deve devê 22 yê Rêbendanê , rejîm bona berahîk girtin ji egera her cure gefekê bo ser ewlehiya xwe, ew qedexeyî ragihandiye.
Rejîm ku dixwaze hinek rêpîvan bi boneya 22 yê rêbendanê bi rê ve bibe, amade kariyê dike ku tenê kesên cihê baweriya xwe beşdar bike, ji wê hindê ditirse ku xelkê neraziye Îranê derfet bizanin û wan rêpîvanan bikne xwenîşandanên bi dijî rejîmê.