Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm êrîşî ser çalakvanên medenî dike

17:24 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Saziyên girêdayî rejîma Îranê, êrîşî ser çalakvanên medenî dike û pêşî ji komkirina alîkariyan ji aliyê xelkê ve digire.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, îdareya îtila`at û “Heyva Sor” a rejîmê, li bajarê Mehabadê êrîşî ser çalakvanên Encûmena “Wejiyana Sirtûştê” li bajarê Mehabadê kirine û ji wan re gotine ku, dibe kempêyna bi navê “Zagros Çavnihêrê me” vêde bibin û hewla pêşîgirtin ji çalakiyên vê encûmenê bo komkirina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayî dane.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye: Wê encûmenê bi bê guhdana bi gefên rejîm, karê xwe berdewam kiriye, û bi awayekî berdewam alîkarî bo xelkê zirar berketî yên vê dawiyê  yên li bajarê Kurdistanê komkirine.

Bilî gef û êrîşên rejîmê bo ser encûmen û çalakvanên medenî, “Heyva Sor” jî di çend cihên bajar de ev xêvetên ku xelkê bo komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî  avakiribûn komkirine û ev radestî vê navendê kirine ku “malpera Dîwar” bo firotinê dane.

Berpirsên rejîmê , ji aliyekî din ve, hişdariyan didin xelkê  ku, nabe bixwe alîkariyan kombikin û ji aliyekî din ve jî ji xelkê xwastine da ku alîkariyan kombikin û van radestî navendên pêwendîdar yên rejîmê bikin lê, ev rastiya bo xelkê Îranê eşkere bûye ku rejîm van alîkariyan  bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.