Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm gelek nîgerane û baş dizane xelk beşdariyê li hilbijartinê de nake

12:53 - 20 Gulan 2021

Di demekê de ku mehek maye bo dema birê ve birina maşkanê ya li jêr navê hilbijartina serkomariya rejîm, deshilatdarên rejîmê her nihade kevtine bivar xweş kirin û çevtekariya hizra giştî û rewayetî û bi rewa zanîna wê hilbijartinê.

Roja Çwarşemî 19ê Gulanê Ebaselî Kedxudayî berdevkê Şêwra Nobedar di bersiva wê pirsê de ku erê gel hekî xelk beşdarî hilbijartinê nebe, ew hilbijartin dê rewa be yan betal bête ragihandin, de got: Bi qasî herî kême beşdariya xelkê li hilbijartinê de, bandorê li ser rewa bûna hilbijartinê nadanê.

Ew gotina Kedxudayî wê yekê dide xuyakirin ku rejîm gelek baş dizane xelk beşdariyê di hilbijartinê de nake.

Piraniya aliyên siyasî ên dijberî rejîmê û piraniya xelkê nav xwe, sinfên cuda cuda, part û hêzên siyasî yên Kurd, bi awayekî berfireh ew hilbijartin baykot kirine.

Gelek çalakên medenî, civakî, çandî, rewşenbîr û kesayetiyên siyasî, daxwaz kirine ku di roja hilbijartinê de ku 28ê meha Cozerdanê ye û dikeve roja Înê, bila ne tenê xelk neçine ser sindûqan û beşdar nebin û rewayetê nedne rejîma dijî gelî, belkî di wê rojê de ne tenê ser sindûqan betal be, bila şeqam û bazar jî beta be û xel bila ji malên xwe dernekevin. Daxwaz ji xelkê hatiye kirin bila Roja 28ê cozerdanê bikne roja mangirtina giştî, bila bazar bête dayêxistin û bila xelk roja berî hingê hewcehiyên jiyana xwe bikire, daku roja Înê dernekeve.

Gorî hinek rapirsiyan îsal rêja beşdariyê di kêmtirîn astê xwe de be.